H’emû nûçeSereke
Sala 2025 a têra tê dîtinê ku zêdaya êkonomîkîye 5,6 selefî wê hebe: wezîr

Wezîreta Ermenîstanêye fînansa, banka Merkezî û hevkarên navneteweyî li ser wê fikirêne wekî potênsîyala êkonomîka Ermenîstanê zêde bûye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda wezîrê fînansa Vahê Hovhannîsyan wextê gotûbêjkirina byûcêya dewletêye sala 2025 a, li parlamêntê gotîye.
“Em qîmet dikin wekî sala 2025 a potênsîyala zêdebûna êkonomîkayê wê bighîje 5,4 selefî, lê salên derbazbûyî ew dighîşte 4,5 selefî, yan jî ji wê hindiktir. Ev yek dide kifşê,wekî nava salên dawîda em gihîştine dereceke nû”,- Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, sala 2025 a tê plankirinê,wekî zêdaya êkonomîkayê bighîje 5,6 selfî, ya ku wê zêdebûna hewcetîya hundurva girêdayîbe. Wezîr serda zêde kirîye,wekî dêfîsîta byûcêyê wê bighîje 5,5 selefî.







