H’emû nûçeSereke

Fêstîvala navdewletî ya 12 emîn, ya bi navê Xaçatryan dest pê dibe

Fêstîvala navnetewî ya 12, ya bi sernavê Xaçatryan wê ji 20 ê mijdarê heta 16 ê kanûnê li Yêrêvanê bê lidarxistin. Di şeş konserên fêstîvalê de hizkirên mûzîkayê wê derfetê bibînin ku berhemên navdar yên Xaçatryan, Şostakovîç, Çaykovskî, Rîmskî-Korsakov, Dvorjak, Barbêr, Sir Karl Cênkîns, Brams, Bêrg, Lîst û Şopên bibînin.

Mûzîsyenên navdar Lêya Zûn (keman), Klara-Cûmî Kang (keman) û Sofî Kaûêr (çelo) wê bi orkêstraya sîmfonî ya dewletê ya Ermenîstanê re derkevin ser dikê. Pîanîstê îtalî Antonîo dî Krîstofano wê konsereke solo pêk bîne.

Konser wê ji alîyê derhênerê hunerî û serekdîrêktorê orkêstraya sîmfonî ya dewletê ya Ermenîstanê Sêrgêy Smbatyan, û her wiha ji alîyê konseran Marko Krîspo (Îtalya) û Marko Parîsotto (Kanada) ve bên lidarxistin.

Konsera vekirina fêstîvalê ji bo 35 salîya salvegera peymana mafên zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, “Ji bo her zarokî sîmfonîya maf û xewnan”.

Organîzatorê fêstîvala Xaçatrîyan, fonda çandê ya “Aram Xaçatryan” bi piştgirîya wezîreta perwerde û çandê ya Komara Ermenîstanê û bi patronîya şaredarîya Yêrêvanê ye.

Her weha divê bê zanîn ku fêstîvala navneteweyî ya Xaçatryan ji sala 2021ê ve endamê komeleya fêstîvalên Avropayê  ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button