Ermenîstan ji bo veberhênerên bîyanî balkêş e :banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê

Li herêma Avrasyayê, Ermenîstanê bi rêjeya 1,8 selefî di veberhênanên hev kombûyî de zêdebûneke girîng nîşan daye. Ev di raporta banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînêde tê gotin.
Veberhênana raste-rast ya bîyanî ya berevajî ji 62 mîlyon dolarî di sala 2022 an d gihîştîye 841 mîlyon dolarî di nîvê yekem ya sala 2024 a de, ji 13,5 caran zêdetir.
Ev ji hêla danûstendina mezin ya pargîdanîya ermenî Balchug Capital ve hate hêsan kirin, ku di sala 2023 a de xanîyê bazirganîya Moskvayê “Metropolîs” bi qasî 700 mîlyon dolarî (zêdeyî 80 selef ji tevaya sermayeyên raste-rast yên biyanî yên ku ji hêla Ermenîstanê ve li herêmê kom bûne) bi dest xist.
Ev proje di nav girêbestên nû yên ku di van du salên dawî de hatine destpêkirin, li herêma Avrasyayê bûye ya herî mezin.
Hejmara projeyên veberhênanê yên Ermenîstanê li herêma Avrasyayê 10 e.
Wek din, Ermenîstan bi zêdekirina qebareya veberhênanên raste-rast yên bîyanî bi 34 selef, ji 2,7 mîlyar dolarî di sala 2016 a de gihîştîye 3,7 mîlyard dolarî di tîrmeha sala 2024 a de, pozîsyona xwe xurt dike, ku ev yek jî balkêşîya Ermenîstanê ji bo veberhênerên bîyanî nîşan dide.
Hat destnîşankirin ku li Hevalbendîya Welatên Serbest li gor sala 2022 a îxracata herî zêde li Ermenîstanê û Ûzbêkîstanê 20 qat bû 819 mîlyon dolar û 6 qat derket 167 mîlyon dolarî.







