H’emû nûçeSereke
Pirsên derheqa progirama çêkirina ênêrgabloka atomîye nûda hatine gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Davît Xûdatyan li stansîya ermenîye atomî qesidîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta anegor ragîhandine.
Wezîr tevî serokê stansîya atomî Êdûard Martîrosyan, serokê qeza Armavîrê Argîştî Mêxakyan, serokên gunda li stansîyayê gerîyane û nasîya xwe dane xebatên modêrnîzasîyakirina stansîyayê. Paşê şêwirdarîya xebatê pêk hatîye, wextê kîjanê cêrge pirsên xebatê, nava wanda dirêjkirina wedê xebitandina ênêrgabloka duem, usa jî pirsên derbarê progirama çêkirina ênêrgabloka atomîye nûda hatine gotûbêjkirinê.







