“Xaçerêya aşîtîyê” ji bo daxwazên Adirbêcanê bersiveke teqez rast û jîr e: Stêfan Myllêr-Altêrmat

Endamê konseya neteweyî ya Swîsrê Stêfan Myllêr-Altêrmat projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye raberkirin, ji bo îdîa û daxwazên Adirêcanê wek bersiveke teqez rast û biaqilane dibîne.
Di gotûbêja digel peyamnêrê “Armenpress”îê de, parlemantarê parlemana vî welatî li ser pirojeya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji alîyê Komara Ermenistanê ve ji bo vekirina rêyên ragihandinê yên li Kafkasya Başûr hatîye raberkirin û herwiha îdîa û daxwazên yekalî yên Adirbêcanê di vê çarçoveyê de, wiha gotîye.
Li gorî wî projeya “Xaçrêya aşîtîyê” ya ku Ermenîstan raber dike, alîkarîya aşîtîyê dike, lê di heman demê de, mijarên din yên ku ermenîyan eleqedar dikin, kêm in.
Bi dîtina wî, pir girîng e ku civaka navneteweyî ne tenê ji bo pêkanîna projeya “Xaçerêya aşîtîyê”, lê ji bo vegera bo welatê xwe û parastina mafên din yên ermenîyên li Qerebaxê, ku ji kiryarên Adirbêcanê bandor bûne.
“Pêdivî ye ku civaka navneteweyî bixebite da ku neheqîya ku li Arsaxê hatîye kirin bi tenê neyê ji bîrkirin.” Eşkere ye ku h uk umeta Nîkol Paşînyan ji ber rewşa lawaz ya welatê wî, nikare di planên xwe yên aşîtîyê de t u daxwazan bike. “Ji ber vê yekê girîng e ku civaka navneteweyî ne tenê pêkanîna “Xaçerêya aşîtîyê”, lê her weha daxwaza mafê vegera ermenîyên Qerebaxê, mafê çarenûsî û parastina mîrateyên çandî bike”,- Parlamêntarê Swîsrê Stêfan Myllêr-Altêrmat tekez kir.







