H’emû nûçeSereke

Deh organîze berbirî parlamênta  Avropayê bûne ku şuxulkarîya dêlêgasîya Adirbêcanê pêşerojêda nedine dasekinandinê

Komîtêya parastina rojnamevana  gihîştîye neh organîzeyên başqe  û bangî parlamênta Şêwira Avropayê  kirîye, ku dijî zordarîyên li Adirbêcanê derkevin, nava wanda usa jî  yên dijî çapemenîyê.

Nava nama tevayîda cêrge mînak anîne ber çeva û hatîye gotinê,wekî dêlêgasîya Adirbêcanê niha beşdarbûna xweye li civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê daye sekinandinê, çimkî Adirbêcanê borcdarîyên xweye hindava parastina mafên mêriv neqedandine.

Nama tevayî bangî parlamêntvana kirîye ku ji çileya sala 2025 a da sekinandina şuxulkarîya dêlêgasîya Adirbêcanê xweykin, çimkî dewekarîyên hîmlî hê nehatine mîyaserkirinê, nava wanda azaberdana rojnamevanên girtî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button