H’emû nûçeSereke
Hevdîtineke baş tevî serokwezîrê Ermenîstanê pêk hat: Frênk Palonê kongrêsmên

Hevdîtineke baş tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û çend hevkarên Kongrêsê pêk hat. Derheqa wê yekêda kongrêsmênê amêrîkî Frênk Palon mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Me rêyên bona gihîştina qayîlnivîsara bo aşîtîyê, qewînkirina pêwandîyên welatê me û Ermenîstanê gotûbêj kirin.Ezê nava hemû derecada berfirehbûna hevkarîyê, ya di navbera welatên meda berdewam bikim”,-ewî nivîsîye.







