H’emû nûçeSereke

Çi rê jî hebe, Adirbêcanê wê rê çawa “korîdor” navke: Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser wê fikirêye, wekî her rêyeke herêmê, ya ku wê Adirbêcanê Nexçêvanêva bide girêdanê, wê ji alîyê Adirbêcanêda çawa “korîdor” bê navkirinê.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Sîmonyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.

Ewî daye bawarkirinê,wekî hevraxeberdan  dikevine nava wê fikirdarîyê, ku vekirina rîya wê bin kontrola welatadabe.Ewî daye dîyarkirinê,wekî bona Adirbêcanê gelekî girînge ku Nexçêvanêva bêne girêdanê û Ermenîstanê jî nêzîkbûn û pêşnîyarên xwe  girêdayî wê yekêva raber kirine.

Bi axaftina derheqa propaganda Adirbêcanêda, serokê parlamêntê gotîye:

“Çi rê jî hebe, yeke ewê wê rê  çawa “korîdor” navkin.Werin em bifikirin ku tu tişt, tu gav wê tunebin, yeke ji alîyê sîyasîda ewê bêjin “korîdor”. Heger ew “korîdor” bin kontrola Ermenîstanêda nîbe, wî çaxî ewê ji qanûndarîya me derbe û bona me wê bibe tiştê qebûlnekirinê.Bo wê yekê jî çi jî hebe, ewê bêjin ku me “korîdora” xwe stend. Ew usa xeber didin û şirove dikin, çawa ku wanra dest dide”. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button