SerekeSîyasî

Bexda -hestîyên 32 kurdên êzidî dê vegerin Şengalê

Hestîyên 32 kurdên êzidî yên gundên Koçoya Şengalê piştî bi dawîbûna kar û barên DNA ê û dîyarbûna nasnameyan wê ji Bexdayê bên Şengalê.

Kurdekî êzidî yê bi navê Naîf Casim ji ber êrîşa DAIŞ ê ya sala 2014 a 2 kurên xwe û 13 xizmên ji dest daye.

Ew dibêje: “Hejmara şehîdên me zêde ne lê nimûneyên xwînê yên naskirin û dîyarkirina nasnameyên wan kêm in”.

Bavê dilşewat çûye Bexdayê da ku pêvajoya radestkirina cenazeyên gundê Koçoyê bipirse.

Naîf Casim dibêje: “Hejmara şehîdên me zêde ye lê nimûneyên xwînê yên naskirina wan kêm in.

Wek mînak li Koçoyê di hin malbatan de 12 şehîd hene, di nava nimûneyên testê de du netîceyên wek hevdû hene, ev yek ji bo laboratorîya jî zehmet e.

Heger 12 testên xwînê ji bo du şehîdan hebûya, wê dîyarkirina nasnameyan zûtir bûbûya, ji ber hejmara şehîdan ji hemara testan zêdetir e pêvajoya dîyarbûna nasnameyan dirêj dibe”.

Di 6 salên borî de 64 gorên bi kom li Şengalê hatine vekolan û ji bo dîyarkirina nasnameyan cenyaza û hestî ji tiba dadî ya Bexdayê hatine şandin. 

“Pêvajoya dîyarkirina nasnameyan dereng dikeve”

Bi rêvebira beşa gorên bi kom a tiba dadî ya Bexdayê Yasemîn Minzirê gotîye: “Îro bi fermî qonaxa heftemîn ya şehîdên Şengalê yên ji pêkhateya êzidî hat ragîhandin hejmara wan 32 şehîd in”.

Li alîyê din, bi rêvebirê fermangeha parastina gorên bi kom ya dezgeha şehîdan Zîya Kerîm jî gotîye:

“Heta niha pêvajoya lêgerîn û dîyarkirina şehîdan berdewam dike.

Qedera îraqîyan e ku bi vê rewşê derbas bibin, çi ji ber dîktatortîya rêjîma berê be çi jî ji ber hovîtîya rêxistinên wek El Qaîde û DAIŞ ê be”.

Biryar e hefteya bê di merasîmekê de termên 32 êzidiyên ku nasnameya wan hatine diyarkirin ji Bexdayê bên veguhastin û li Koçoya Şingalê bên veşartin.

Bi tenê li parêzgeha Nînovayê hîn 29 gorên bi kom hene ku nehatine vekolan û testkirin.

Piraniya wan yên êzidîyan in û vedigerin serdema DAIŞ ê.

Tiba dadî ya Îraqê dibêje, nebûna byûcêyeke taybet ji bo karên wan, yek ji sedemên derengketina pêvajoyê ye û bi hezaran merivên qurbanîyan li benda encama testan in.

Gundê Koçoyê girêdayî navçeya Şengalê ye.

Tebaxa sala  2014 a DAIŞ ê êrişî gundê Koçoyê kir û 400 mêrên gund qetil kir û zêdeyî 700 keç û jinên gund revandin.

Heta niha jî gelek jin û keçên êzidî yên ji gundê Koçoyê bêserûşûn in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button