Stêpanakêrt, cilşoyê nû yê malbata Elîyêv:keşfa Meydan TV

Rojnamegerên lêkolîner yên Adirbêcanê îdîa dikin ku salek û nîv piştî koçkirina ermenîyan ji Stêpanakêrtê, bajar bûye cilşûştina nû ya malbata Elîyêv.
Li vir, hukumeta Adirbêcanê projeyên bazirganîyê cî bi cî dike ku tîma Meydan TV tê de gendelî û xerckirina neşefaf dîtîye.
Di bin navê avakirina otêlan de li Stêpanakêrtê, ji byûcêya dewleta Adirbêcanê sermayeyên mezin hatine razandin û hukumet vê rastiyê venaşêre ku projeya karsaziyê di bin kontrola rêveberiya serokatiyê bixwe de ye.
Hukumeta Adirbêcanê avahîyê «Arsaxbank» ê ya li Meydana ronesansê, otela luks «Valeks Garden» ê ku di salên 2000 a de hatîye çêkirin, û otêla Avropayê ya li cadeya Azatamartîkneri wek projeyek veberhênanê ya nû û nedîtî raber dike, mîna ku ew ji sifirê bi veqetandinên berfereh yên byûceya xwe hatine çêkirin.
Herdu otêl, bi nûvekirinên hindik yên der, û «Artsaxbank» bi guhertinên hundurîn, bûne otêlên buha yên pênc stêrkê, ku ji hêla şexsî Elîyêv ve têne rêklam kirin.
Têlêvîzyona Meydan ya Adirbêcanê ku navenda wê li Bêrlînê ye, dît ku zincîra otêlan di qeyda dewletê de wek avahiyek ser bi rêveberiya serokatiya Adirbêcanê hatî tomar kirin. Saziyên dewleta Adirbêcanê eşkere nakin ka çiqas pere ji byûceya dewletê hatiye xerckirin û kîjan şîrket beşdarî xebatên nûjenkirina wan bûne, her çend qanûn hewce dike.
Rêberê Adirbêcanê beşdarî vekirina van otêlan bû. Ji bilî vê, serdanên wî yên vê dawiyê yên Stêpanakertê, bi tesadufeke ecêb, bi merasîmên vekirina van avahiyan re hevdem bûn. Tewra kurê wî, Heyder ku pir kêm di nav gel de tê dîtin, vê projeya karsaziya herî dawî ya ku bi navê malbata xwe ya li Stêpanakertê ve girêdayî ye, di cih de nas kir.
Gelo kesek şevekê li van otêlên ku bi coşeke mezin vebûne û tê çaverêkirin ku hejmareke zêde ya geştiyaran bikişîne, maye. Lêkolînerên Adirbêcanê diyar dikin ku piştî ku fonên dewletê ji bo avakirina avahiyên kevinar hatine veqetandin, sê otêl li gorî serdanên Elîyêv têne vekirin û girtin.
Berevajî niştecihên din yên li Arsaxê ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, Bekû li ser hejmara azêriyên ku li Stêpanakertê dijîn raporek nade.
Çend meh berê hatibû ragihandin ku zanîngeheke Adirbêcanê li vir vebûye ku bi hezaran xwendekar têde hene.







