H’emû nûçeSereke

Dîmeneke esmanî ya kêm: vê hefteyê heft gerstêrk wê di rêzekê de bicivin

Vê heftê, evîndarên fezayê li ber dîmeneke nejibîrkirî ne. Her heft gerstêrkên -Mars, Yûpîtêr, Ûran, Vênêra, Nêptûn, Mêrkûrî û Satûrin-wê di êvara  li ezmanê dinyayê bi kurtî xuya bibin.

Ev dîyarde wek defîleya gerstêrkan tê naskirin, dema ku çend gerstêrkên nêzîkî hev rêz dibin, û dema ku ji rûyê erdê ve têne temaşe kirin, xeyalek çê dibe ku ew di yek rêzê de radiwestin, servîsa BBC ya rûsî dinivîse.

Ev dîyardeya astronomîkî (bi gelemperî di civata zanistî de wek hevrêzîya gerstêrk tê binav kirin) dikare ji 21 ê çile heta 28 ê sibatê bê dîtin. Ev wê bibe cara dawîn heta sala 2040 î ku heft gerstêrk wê ji bo erdîyan ewqas xweş li hev bikin.

Dema herî baş ya ji bo dîtina herî zêde hejmara gerstêrkan wê hema  yekser piştî rojavabûnê vê hefteyê roja sêşem, çarşem, pêncşem û înîyê be.

Çar gerstêrk -Mêrkûrî, Vênêra, Yûpîtêr û Mars – wê bi çava bêne dîtin ji ber ku ew ê li ser asoyê nizm be.

 Bi dîtinek baş ya asoyê û ezmanên zelal, wê şansek çêtir hebe ku hemî heft gerstêrkan bibînin Lê belê, ev derfet wê pir kurt be. Di rojavabûnê de, Satûrn û Mêrkûrî jî wê ava bibin, bi taybetî çavdêrîya wan dijwar dike.

Steyrnasê li çavdêrxaneya Qiral ya li Greenwich Êdvard Blûmêr gotîye: “Tenê çend deqe hene ku hûn piştî rojavabûnê wan bibînin, berî ku ew dakevin binê asoyê. Piştî wê, hûn ê ji bo demeke dirêj Vênêra, Yûpîtêr û Marsê bi zelalî bibînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button