SerekeSîyasî

Adirbêcan di rêza duyem ya herî zêde ya rojnamevanên girtî de li Avropayê ye: rêberê Belarus e

Platforma parastina rojnamegerî û ewlehiya rojnamegeran ya konseya Avropayê di raporta “Têkoşîna li hember zextên siyasî, dêzînformasyon û eroziya serxwebûna medyayê” tê gotin ku Adirbêcan piştî Belarusê di rêza duyemîn de li Avropayê di hejmara rojnamevanên girtî de ye.

Hat destnîşankirin ku heta 31ê kanûna par li Avropayê 159 rojnameger girtî ne. Ji rojnamegerên girtî 44 li Belarûsê, 30 li Adirbêcanê, 29 li Rûsyayê (28 li herêmên ÛkraÎnayê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin), 27 li Tirkîyayê û yek jî li Gurcistanê ne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku qanûna çapemeniyê ya li Adirbêcanê li dijî azadiya çapemeniyê berdewam dike û hewcedariya lezgîn ya nûvekirinê heye. Tê gotin ku spyware xeterek din ya cidî ye li ser ewlehiya rojnamevanan û nepeniya çavkaniyan. Çavdêriya rojnamegeran berbelav bûye.

Li gorî raporê di sala 2024 a de Gurcistan, Îtalya û Slovakya li ber çavan in. Di sala 2024 a de, Gurcistanê di warê hişyariyên azadiya çapemeniyê de li gorî hemî welatên endamên konsêya Avroayê zêdebûneke herî zêde tomar kir. Sala borî di hilbijartinên welat de û piştî wê xwepêşandanan de bi dehan rojnamevan rastî tundiyê hatin.

Li gorî raporê di sala 2024 a de Gurcistan, Îtalya û Slovakya li ber çavan in. Di sala 2024 a de, Gurcistanê di warê hişyariyên azadiya çapemeniyê de li gorî hemî welatên endamên konsêya Avropayê zêdebûneke herî zêde tomar kirîye. Sala borî di hilbijartinên welat de û piştî wê xwepêşandanan de bi dehan rojnamevan rastî tundiyê hatin.

Di raporê de her wiha behsa girtina rojnamevanê opozîsyona Adirbêcanê Afgan Sadigov di mijdara sala 2024 a de û biryara radestkirina wî bo Adirbêcanê jî tê kirin.

Bi giştî ji mijdara sala 2023 a û vir ve li Adirbêcanê der-dora 30 rojnameger û çalakvanên gel bi sûcdariya qaçaxçîtiyê hatine binçavkirin.

Yek ji wan sûcê xwe qebûl nakin û girtina xwe bi çalakiyên pîşeyî û fermanên siyasî ve girê didin. Li gorî çalakvanên mafên mirovan yên Adirbêcanê, li welat 331 girtiyên siyasî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button