Heger aşîtî îzbatbe,meriv dikare zehmetê nede dîtindarên Yekîtîya Avropayê:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye,wekî amadebûna dîtindarên Yekîtîya Avropayê, ya li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, ji alîyê hukumata Ermenîstanêda hatîye teşkîlkitinê, bi taybetî boy aşîtîyê û qewînbûnê ew hatine teglîfkirinê.
“Armanca me ew bûye û niha jî ewe ku dîtindarên Yekîtîya Avropayê çawa faktora qewînbûnê û aşîtîyê qebûlkin. Heger qaylnivîsara aşîtîyê bê îmzekirinê, wî çaxî aşîtî û qewînbûn wê hebe. Nava qewilên wî cûreyîda, heger qaylnivîsara aşîtîyê bê îmzekirinê,wî çaxî dikarin zehmetê nedine dîtindarên Yekîtîya Avropayê”,- serokwezîr gotîye û daye dîyarkirinê,wekî girêdayî dîtindarên avropîva hê birîyar tune.
Paşînyan gotîye, wekî piştî îmzekirina qayîlnivîsarê têra tê dîtinê hêzên sêem li wir tunebin û bo wê yekê jî hetanî ku qaylnivîsar bê îmzekirirnê, dîtindarên avpropî dikarin xebata xwe berdewam bikin.







