Îran dixweze wekî Ermenîstan bi xwe Syûnîkê biparêze: Rûbên Mêlkonyan

Îran dixweze wekî Ermenîstan bi xwe Syûnîkê biparêze, lê usa jî difikirin ku heger Yêrêvanra ew yek li hev neyê, ew dikarin bikevine vê herêmê.Derbarê wê yekêda, wextê qisa tevî News. am ê, dêkanê fakûltêta rojhilatzanîyê, ya zankoya Yêrêvanêye dewletê, Rûbên Mêlkonyanê tirkzan gotîye.
Bi qîmetkirina wî, Rûsîya ewqasî jî baş derc nake, wekî yekbûna dinîya tirkî dikare bona wê bibe bombeke ku hêdî-hêdî amade dibe.
“Bona Îranê ev têma diha zelale, bi hesabhildana faktora îranîyên tirkîaxiv û tehsîra organîzeyên pantûrkîstîyê”,- pêşezan gotîye.
Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî tehsîra yekbûna dinîya tirkî li ser Îranê û Rûsîyayê yeke, lê derheqa wê yekêda rêberê Îranêyî sereke eşkere dibêje, feqet ji Rûsîyayê elametîyên wî cûreyî nayêne bihîstinê.Bi fikira wî, aminaya Rûsîyayê, wekî wê bikaribe kontrola ser Syûnîkê xweyke, tê bêjî ji sedî sed nîne, bi hesabhildana cêribandina bûyarên li Qerebaxê.
Mêlkonyan usa jî bîr anîye wekî Tirkîyayê piştgirî daye Adirbêcanê, bi taybetî nava pirsên Ermenîstanêda.Pêşezan wê fikirêra qayîl nîne wekî Enqere dikare nava hinek pirsada piştgirîyê nede Bekûyê.
Ewî bîr anîye wekî fikira “Korîdorra Zangêzûrê” salên 1910 a pêşda hatîye.Paşê Tirkîyayê cêribandîye korîdorê sazke û bighîje Adirbêcanê û axa Asîya Navîn.Ev fikir usa jî wextê şerê ermenîya-tirkaye sala 1920 î hebû, dema ku Ermenîstan careke mayîn mecbûr bû korîdora bide.Xêncî wê yekê, sala 1921 ê wextê gotûbêjkirinên peymanên Qersê û Moskvayê, Tirkîyayê hemû tişt kir ku tevî Nexçêvanê rê hebe. Sala 1936 a nava encamê pevguhartina axêye tevî Îranê, Tirkîyayê pêwandîyên tevî Nexçêvanê berfireh kirin.Dêmek, Enqere îdî serê sed salîye ku berbi wê yekê diçe”,- tirkzan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî ev têrmîn piştî şerê 44 roje zêde bûye. “Heger mecala leşkerî hebe, Adirbêcanê bi qewatê vê korîdorê bide vekirinê”,-Rûbên Mêlkonyan gotîye.







