SerekeSîyasî

Darizandina bêşeref: rêberên Qerebaxê ji bersûcan bûne rehîn: The Insider

Dîmenên dilşewat yên wezîrê dewletê yê berê yê rêveberiya Ermenîstanê ya Qerebaxê Rubên Vardanyan, ku tê de ji ber greva birçîbûnê gelekî westiyayî xuya dike, Ermenîstanê matmayî dihêle. Li gel panzdeh nûnerên din yên serkirdayetiya siyasî ya Qerebaxê, olîgarx û xêrxwazê ​​berê niha li Bekûyê tên darizandin. Tepeserkirina serkirdeyên ermenî yên Qerebaxê di heman demê de rewşa Ermenîstanê bêîstîkrar dike û hestên dijî ermenî yên li Azerbaycanê gurtir dike, The Insider dinivîse.

Rubên Vardanyan di 18 ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû û heta 12 ê adarê 23 rojan berdewam kirîye û destnîşan kirîye ku armanc ew e ku balê bikişîne ser wê yekê ku “Darezgeh nîne, lê biryar tê dayîn”.Bêyî temsîliyeta hiqûqî ya serbixwe, dadgehkirin, ku li Ermenîstanê bi berfirehî wek “dadgehek nîşanî” tê şermezar kirin, giraniya rewşa ku rêberên Qerebaxê tê de ne diyar dike.

Piştî şerê Qerebaxê yê sala 2020 î, Adirbêcanê qîmeta girtiyên şer wek çîpên danûstendinê fem kirîye. Di vîdyoyeke sala 2021 de, Ilham AElîyêv henekê xwe bi hevtayê xwe yê tirk Receb Tayîb Êrdogan re dike ku girtiyên şer bûne hêmanek muzakere ya hêja, tevî parastina qanûnî ku diviyabû li gorî qanûnên şer bihatana dayîn.

Her çend serkirdayetiya siyasî ya Qerebaxê bi qanûnî di katêgoriyek cûda de hatîye dabeş kirin jî, fûnksîyona wê ji bo Adirbêcanê belkî yek e: ew wek amûrek ji bo zextê li Ermenîstanê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button