SerekeSîyasî

Li qesira Sipî der barê muzakereyên bi Pûtîn re nakokîyên cidî hene

Li qesira Sipî der barê muzakereyên bi Pûtîn re nakokiyên cidî hene. Wall Street Journal dinivîse ku serokê Dewletên Yekbûyî nizane gelo hêja ye ku zextek dijwar li Krêlê bike.

Tê gotin ku şêwirmendên herî nêzîk yên Donald Tramp di vê mijarê de bûne du kamp.

Wezîrê Karen der Marko Rubîo û nûnerê taybet Kît Kêllogg bang li serokê amêrîkî dikin ku helwestek tundtir li hember Moskvayê bigire, Bild radigihîne. Ew tu daxwazeke rast ya aşîtîyê li Pûtîn nabînin û li ser xetera pêbaweriya zêde ya li Krêmlê hişyar dikin. Şîreta wan ew e ku heta ku Moskva tenê daxwaza axa Ukraînayê bike û dijminatiya xwe rawestîne, tu tawîzan nedin Rûsyayê.

Lê xuya ye Tramp niha bêtir guh dide nûnerê xwe yê taybet, Stîv Wîtkof, yê ku berî niha du caran li Moskvayê bi Pûtîn re hevdîtin kiribû û pê bawer e ku dîktatorê rûsî aştiyê dixwaze.

Ev nakokiyên li Qesira Sipî berê xwe didin qada giştî. Piştî êrîşa mûşekî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Sumyê, Tramp ev bûyer wek “şaşitî” bi nav kir û Co Baydên ji şer tawanbar kir. Rubîo û Kêllog pir tûjtir bertek nîşan dan, ku Rubîo êrîş wek “hovane û trajîk” bi nav kir, û Kêlogg jî jê re got “binpêkirina hemî rêgezên xwerû” .Piştî wê Tramp bi xwe jî neçar ma https://news.am/arm/news/877590.html qebûl bike ku Pûtîn yek ji berpirsên vî şerî ye.

Li gorî rojnameya Wall Street Journal, niha li koşika Sipî gengeşiyeke germ li ser wê yekê heye ku gelo divê cezayên li dijî Rûsyayê werin tundkirin da ku bi rastî Putîn neçar bikin ku li ser maseya gotûbêjan rûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button