Rêberên hemû dewletên Welatên Hevalbendîya Serbest wê roja Serkeftinê herin Moskvayê

Rêberên hemû dewletên Welatên Hevalbendîya Serbest, xêncî Ûkraînayê û Moldovayê, wê beşdarî pîrozbahîyên ku bi mûnasebeta salvegera 80 salîya Serkeftina şerê mezine welatparêz li Moskvayê tên lidarxistin, bibin. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, sêkrêtarê giştî yê Welatên Hevalbendîya Serbest Sêrgêy Lêbêdêv ji RIA Novostîyê re ragîhandîye.
“Hemû rêbêrên Welatên Hevalbendîya Serbest, xêncî du kesan, mixabin, Ûkraîna û Moldova wê tev nebin”,- Lêbêdêv gotîye û bersiva pirsa ku ji serokên dewlet û hukumetên endamên Welatên Hevalbendîya Serbest wê beşdarî pîrozbahîya ku wê 9 ê gulanê li Moskvayê bê lidarxistin, daye.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di peywendîya têlêfonê ya li gel serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragîhandibû ku ew ê beşdarî çalakîyên ku li Moskvayê bi boneya 80 salîya Serkeftina şerê mezin yê niştimanî li Moskvayê tên lidarxistin, bibe.







