H’emû nûçeSereke

Deynê giştî yê Ermenîstanê 5 trîlyon 318 mîlyard dram e û  bi 4,4  selefî zêde bûye

Deynê giştî yê Ermenîstanê heta 31 ê adarê 5 trîlyon 318 milyard dram bûye.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev yek di civîneke çapemeniyê de ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahe Hovhannîsyan ve hatîye ragihandin.

“Wezîr diyar kirîye ku deynê dewletê heta 31 ê adarê 5 trîlyon  318 mîlyard dram bûye û li gor 31 ê kanûna par bi 4,4  selelefî zêde bûye. Li gor encamên sala 2024 a rêjeya deynê dewletê li hemberî  banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê bi 0,1 selefî  kêm bûye”,-wezîr gotîye.

Ewî piştrast kirîye ku tevlêbûna deyn û hejmûnan ji hêla byûcêya Ermenîstanê û stratêjîya deynê navîndem ve têne plan kirin.

Wezîr her wiha bal kişand ser wê yekê ku rêjeya deynên navxwe di giştî deynan de zêde bûye û gihiştiye 50 selefî. Hovhannîsyan ev yek nîşaneke pir baş nirxandîye.

Wezîr gotîye: “Li welatên wek me deynê navxweyî 20-30  selefe. Di heman astê de bû û di salên dawî de me karîbû ev para ku hinekî rîskên diravî kêm dike zêde bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button