
Keça pêşmergeyekî, Rîm al-Abalî Radovan di hukumeta nû ya Almanîyayê de wek wezîra geşepêdanê hatîye tayînkirin.
Rîm al-Abalî ji medyaya almanî re gotîye, ew bi esilê xwe Xirîstîyana Iraqê ye û bavê wê di salên 1980 î de di nav refên pêşmerge de li dijî rejîma Sedam Husên şer kiriye.
Rîm sala 1990 î li Moskvayê ji dayik bûye, sîyasetmedareke Almane û endama Partiya Sosyal Dêmokrat e. Dê û bavê wê di sala 1996 a de wek penaber koçî Almanîyayê kiribûn.
Ew sîyasetmedareke navdar ya Sosîyal Dêmokrat e ku berê wek endama parlementoyê û wezîra dewletê kar kiriye û di hukumeta nû ya wî welatî de wek wezîra geşepêdanê hatiye destnîşankirin.
Medyaya almanî bal kişandîye ser destnîşankirina Rîm al-Abalî wek wezîr û nivîsîye: “Ji penaberîyê bo wezîrîyê ve”.







