H’emû nûçeSereke

17-18 ê gulanê de li Ermenîstanê têketina zêdeyî 100 muzexaneyan wê bêpere be

Wezîreta perwerde, zanistê, çandê û sportê ya Komara Ermenîstanê vedixwîne ku roja Muzeya navneteweyî pîroz bikin û beşdarî çalakiya hemavropî “Şeva Muzeyê” bibin.

Her sal, di roja navneteweyî ya Muzeyê de, muze li çaraliyê cîhanê û li Ermenîstanê li dora mijarek yekgirtî dibin yek, xwe bi bûyerên hevgirtî, pêşangeh û bernameyên perwerdehiyê pêşkêş dikin, û girîngiyê didin rola muzeyan di pêvajoya pêşkeftina aheng û domdar a civakê de.

Zêdetirî 100 muzexaneyên li Ermenîstanê yên ku beşdarî bernameyê bûne, wê bi çalakiyên cûre-cûre wek platformên diyaloga çandî deriyên xwe ji raya giştî re vekin, di çarçeweya rû bi rûbûna dijwariyên nûjen û şekildana parastina mîrata çandî de careke din wezîfeya girîng ya muzeyan piştrast bikin.

Îsal dîsa di 17 ê gulanê, ji seheta 11:00 a heta 24:00 a, mûzexane wê bêpere ji hemî mêvanan re vebin û di 18 ê gulanê de jî di demjimêrên pêşangeha sereke ya muzeyê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button