
“Tramp ragîhand ku ew dixwaze ji bo aşîtîyê hêzê bi kar bîne.Ewî derew kirîye”,- rêberê olî yê Îranê Elî Xamênêyî gotîye.
Ewî, raydarên amêrîkî û rêvebîrîya amêrîkî hêz bikar anîn ji bo komkujîyê li Gazayê bikin, li kîderê ji destê wan tê şer gur bikin û piştgirîya çeteyên xwe bikin. Belê, hêz dikare ji bo aşîtî û ewlehîyê bê bikaranîn.
Ji ber vê yekê tevî dijminên xwe em ê her roj hêza xwe û hêza welat zêde bikin”,- li gorî rapora IRNA ê, Xamênêyî gotîye.
Ewî her wiha bal kişand ser vê yekê: “Ewên amêrîkî ku radigihînin ku destûrê nadin Îranê bo zengînkirina ûranê, gelek şaş in. Komara Îslamî li benda destûra tu kesî namîne.
Ez dixwazim alîyê din hişyar bikim: bila amêrîkîyên ku beşdarî danûstandinên neraste-rast dibin hewil bidin ku nekevin axaftinên vala. Îdîayên wan yên “Em rê nadin Îran ûranê dewlemend bike” xapandina wan ya kûr e”.







