Waşîngton hewl dide rê li ber berdewamîya metirsîya şerê çekdarî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bigire: Marko Rûbîo

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo ragîhandîye ku metirsîya rastî ya şerê çekdarî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de maye û Waşîngton hewil dide pêşî li ber vê yekê bigire.
Li gorî “Armenpress” ê, Rûbîo ev daxuyanî di rûniştina li komîtêya kar û barên meclîsa nûneran ya Amêrîkayêye karên der de daye.
“Di derbarê Adirbêcanê de jî mebesta me ya sereke ew e ku di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de aşîtî pêk bê. Li wir metirsîyeke rast ya pevçûyînê heye, ku em hewil didin pêşî li wê bigirin”,- ewî gotîye.
Marko Rûbîo her wiha gotîye,wekî Waşîngton ne tenê hewil dide ku rê li ber şerekî muhtemel bigire, usa jî bi pirsgirêkên girtîyan û parastina mafên mirovan li Adirbêcanê jî mijûl dibe.
“Rastî ew e ku em neçar in li gel welatên ku di gelek rewşan de ne xwedîyê modêleke îdêal in, lê ji bo berjewendîyên xwe yên neteweyî neçar in bi wan re rû bi rû bibin û divê em bikaribin van hemûyan hevseng bikin”,- wezîrê Amêrîkayêyî karên der tekez kirîye.







