H’emû nûçeSereke

Heger li Ermenîstanê bê tehdîdkirin hemû dêmokrasî dikeve xeterê: Jîlbêr-Lyûk Divînaz

Serokê koma dostanîya Fransîyayê-Ermenîstanê ya Sênatoya Fransîyayê Jîlbêr-Lyûk Divînaz di konfêransa hevkarîya nenavendî ya Ermenistan-Fransîyayê de diyar kirîye ku heger li Ermenîstanê demokrasî di bin xetereyê de be, hemû dêmokrasî di bin xetereyê de ye.

Jîlbêr-Lyûk Divînaz gotîye:  “Tenê Ermenîstan ne di xeterê de ye, tevahiya rejîmê di xetereyê de ye.Heger li Ermenîstanê di xetereyê de be hemû dêmokrasî di xetereyê de ye. Peyama min ev e: tiştek ji dest xwe bernedin, hişk bin û pêşve biçin”.

Di çarçoveya konfêransê de balyozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîêr Dikotînî jî diyar kirîye ku Ermenistan li Fransîyayê mijara lihevkirinê ye.

“Fransî di mijarên girêdayî Ermenîstanê de, heta di qada sîyasî de jî, tu cudahiya nêrînan nîn e, û her kes, ji ber îhtîmalên însanî, digihîje xaleke hevpar, ji ber ku ew hem li Ermenîstanê hem jî li Fransîyayê alîkarîya rayedarên herêmî dike”,-bayloz gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button