H’emû nûçeSereke

Berdevka serokwezîrê Ermenîstanê li ser şerê agahdarîyê yê li dijî Ermenîstanê hişyarîyê dide

Eşkere ye ku şerê hîbrîd li dijî Komara Ermenistanê berdewam dike, ku pêkhateyeke girîng ya wê êrîşa agahdarîyê ye.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Komara Ermenistanê, Nazêlî Baghdasaryanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye û behsa dêzînformasyonên ku di gelek dezgehên mêdyayê de belav bûne kirîye ku dibêjin şîrketa fransî Orano bi dizî bermyên sotemenîya  atomî vediguhezîne Ermenîstanê, ku wê li yek ji parkên neteweyî bên hilanîn.

Baghdasaryanê di posta xwe de destnîşan kirîye ku “Gotara sexte ya din ku li ser malpereke bi esilê gumanbar bi sernavê “şewitandin” hatîye weşandin, mînakeke zindî û eşkere ya wê êrîşê ye. Ev êrîşek li ser serwêrî, dewletbûn, serxwebûna sîyaseta der û hilbijartina dêmokratîk ya Ermenistanê ye. Armanc eşkere ye: têkbirina nav û dengê navneteweyî yê Ermenîstanê û, di vê rewşê de, bi taybetî, sîya hevkarîya me ya stratêjîk bi Fransayê re bixin”.

Ewê her wiha zêde kirîye ku bi sepandina van mêxanîzmayên dijî ermenî, hin navend bi rastî jî qebûl dikin ku rêya Ermenîstanê rê li ber planên wan digire, û ev careke din îzbat dike ku rêya ku Ermenîstanê hilbijartîye rêya rast e.

Berdevka serokwezîr tekez kirîye ku “Çiqas gotarên derew û êrîşên agahdarîyê bên weşandin jî, Ermenîstan wê ji wê rêyê dûr nekeve”.

Gerekê bêjin ku berê hejmareke dezgehên mêdyayî yên Ermenîstanê agahî belav kiribûn ku li gorî gotareke rojnameya fransî Courrier France 24, “şîrketa  atomî ya dewletê ya Fransîyayê Orano bi dizî dest bi veguhestina sotemenîya  atomî ya xerckirî bo Ermenîstanê kirîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button