
Komîtêya aboriyê ya Bakurê Sûrîyayê, bi armanca vegerandina mal û milkên welatîyên Efrînê yên ku komên çekdar dest danîne ser, li herêmê dest bi karê xwe kirîye.
Komîtêyê ofîseke taybet ji bo wergirtina gilî û belgeyên welatîyan vekirîye.Li gorî daxuyaniya berpirsê komîtêyê Ahmed Îmam, armanca wan ya sereke “vegerandina mafan li xwediyên wan” e.
“Welatî belgeyên xwe tînin ku mulkdarîya wan îsbat dikin”
Îmam derbarê mêxanîzmaya karê xwe de wiha gotîye: “Em niha li Efrînê ne.
Me ofîseke gilîyan vekiriye da ku welatî gilîyan raber bikin û daxwaza mafên xwe bikin.
Welatî belgeyên xwe tînin ku mulkdarîya wan îzbat dikin.
Piştî ku ofîsa gilîyan belgeyan amade dike, ew ji bo ofîsa cîbicîkar ya ewlehîya giştî û ewlehîya leşkerî tên şandin.
Niha jî ew rûpîvanê ji bo wan aqaran dikin ku hin grûpan dest danîne ser”.
Bi destpêkirina karê komîteyê re, hejmareke welatiyên ku nû vegeriyane Efrînê û heta niha milkên xwe wernegirtine, serdana ofîsa gilîyan kirin û belgeyên xwe raber kirin.
“Em hêvî dikin ku xelk hemû mafên xwe wergire”
Welatîyekî ku serdana navendê kiribû kêfxweşiya xwe anîye ziman û gotîye:
“Em xelkê Efrînê ne û ji sala 2018 a ve li vir in. Em hatine daxwaza mafê xwe dikin.
Xwedê xêra wan mezin bike, bi şêweyekî pir baş pêşwaziyê li me dikin.
Em hêvî dikin ku xelk hemû mafên xwe wergire”.
Ev pêngav di demekê de tê ku pirsgirêka desteserkirina mal û milkan wek yek ji arîşeyên herî mezin li pêşiya welatiyên vegeriyayî dimîne.
“Efrînê ji her herêmeke Sûrîyayê bêhtir êş dîtiye”
Birêveberê Herêma Efrînê Mesûd Betal, di hevdîtinekê de ligel hejmareke welatîyên kurd yên ku ji koçberiyê vegeriyane, li gilî û gazincên wan guhdarî kirîye.
Mesûd Betal gotîye ku “Efrînê ji her herêmeke Sûrîyayê bêhtir êş dîtiye”.
Lê belê, hin welatîyên ku beşdarî wê civînê bûbûn diyar kirîye ku wan berîya niha jî çend caran gilî kirine û daxwaza milkên xwe kirine lê heta niha tu encameke erênî bi dest nexistine û mafên wan nehatine vegerandin.







