
Şerê 12 rojî yê di navbera Îsrayêlê û Îranê de hevsengîya hêzê li Rojhilata Navîn guherand. Dibe ku encama herî xeternak ne pevçûyîna zêdetir bi Îranê re be, lê derketina pêşbirkeke dijwartir di navbera Tirkîyayê û Îsrayêlê de be. Rojnameya Financial Times li ser rû bi rûbûneke muhtemel dinivîse.
Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan vê dawîyê li Enqerê îşaret bi atmosfêreke nû kirîye dema ku ewî di civîna rêxistina hevkarîya îslamî de gotîye: “Pirsgirêkeke felestînîya, libnanîya, sûryanya, yêmenîya yan îranî tune ye, lê bi eşkere pirsgirêkeke Îsrayêlê heye”.
Ev nêrîn guhertinek di hizra Tirkîyayê de li ser cîhê Îsrayêlê li herêmê nîşan dide. Berê hevalbend bûye, paşê reqîb bûye, niha her ku diçe wek dijmineke raste-rast tê dîtin.
Enqere ji serhişkîya Îsrayêlê û nasnameya wê ya nû ya wêrek wek hêgêmoneke herêmî nerazî ye, roleke ku serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan demeke dirêj e xeyal dike.
Hevalbendê sereke yê Êrdogan Dêvlêt Bahçêlî, vê dawîyê Îsrayêlê bi hewldana “dorpêçkirina Anatolîyê” û bêîstîqrarkirina Tirkîyayê tawanbar kirîye.
Wêneyeke neynikê yê vê obsêsyonî li Îsrayêlê jî heye, ku beşên sazîyên ewlehîyê bandora herêmî ya Tirkîyayê wek gefeke demdirêj, “ji Îranê xeternaktir” dibînin. Piştgirîya eşkere ya Êrdogan ji bo HAMAS ê bûye sedema rêaksîyoneke tûj ji hukumeta Natanyahû, bûye sedema danûstandinên tûj û têkilîyên Îsrayêlê bi kurdên Sûryayê re, ku Enqereyê wan demeke dirêj wek gef dibîne, xurt kirîye.
Li herêmeke ku ji xwe ne aram e, rû bi rûbûneke di navbera du artêşên herî bihêz yên herêmê de, ku her du jî hevalbendên Dewletên Yekbûyî ne, dikare hevsengîya nazik ya hêzê hîn bêtir têk bibe.
Serjêkirina serokatîya leşkerî ya Îranê ji alîyê Îsrayêlê ve bîranîneke eşkere ye ku hêza wê ya hewayî û şîyanên wê yên îstîxbaratî pir bilind in. Niha Enqere gavan diavêje da ku lawazîyên xwe çareser bike.
Serokê Amêrîkayê Donald Tramp divê têkilîyên xwe yên baş bi Natanyahû û Êrdogan re bikar bîne da ku vê pevçûyînê çareser bike. Bi dawîanîna şerê li Gazayê dibe ku bibe alîkar ku gazinên Tirkîyayê sivik bibin, lê ne mimkûn e ku reqabeta demdirêj ya di navbera her du welatan de bi dawî bibe.
Bi dehsalan e, sîyasetmedarên amêrîkî Tirkîya û Îsrayêlê wek hevalbendên girîng, her çend dijwar be jî, û stûnên aramîya herêmî bi kar anîne. Niha, ew her du stûn raste-rast zextê li hev dikin. Bi lawazbûna Îranê re, divê Waşîngton û hevalbendên wê bizanin ku cêribandina din li Rojhilata Navîn dibe ku pêşbazîya di navbera du hevkarên wê yên herî nêzîk de be.







