H’emû nûçeSereke

Mihêr Grîgoryan û Vasîlîs Maragos li ser pêvajoya danûstandinên li ser serbestberdana vîzeya Yekîtîya Avropayê axivîne

Cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan , serokê dêlêgasîyona Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê qebûl kirîye.

Civînê de, mijarên di rojeva hevkarîya Ermenistan-Yekîtîya Avropayê û her weha pêvajoya bicîhanîna peymanên ku di serdana cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan ya Bryûsêlê û Lyûksêmbûrgêye 15-17 ê tîrmeha îsal de hatine bidestxistin, hatine nîqaşkirin.

Li ser pêşketinên herêmî raman hatine guhertin û her du alîyan girîngîya vekirina rêyên ragihandinê û cûre-cûrkirina têkiliyên aborî ji pêrspêktîva pêşketina domdar ya herêmê ve tekezî kirine.

Mihêr Grîgoryan û Vasîlîs Maragos her wiha li ser pêvajoya danûstandinan û xebatên berdewam yên li ser serbestberdana vîzeya Yekîtîya Avropayê axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button