H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan bi rêya têlefonê bi Sergey Lavrov re axivîye

Servîsa çapemenîyê ya wezîreta Rûsîyayêye karên  der  ragîhandîye ku wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bi însiyatîva alîyê Ermenîstanê bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan re bi rêya têlefonê axivîye.

“Serokê wezîreta Ermenîstanêye karên der hûrgiliyên têkiliyên di navbera serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Amêrîkayê Donald Tramp û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv de ragîhandîfe. Sêrgêy Lavrov girîngiya pêkanîna aşîtîya di navbera Bekuyê û Yêrêvanê de li gorî peymanên sêalî yên ku di asta herî bilind de ji bo salen 2020-2022 a hatine bidestxistin û Rûsya roleke navendî dilîze, tekez kirîye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Moskva amade ye ku beşdarî normalîzasîyakirina berfireh ya têkiliyên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de bibe”.

Herwiha hin mijarên rojane yên rojeva Rûsya-Ermenîstanê jî hatine nîqaşkirin.

Wezîreta Ermenîstanêye karên der jî li ser axaftina têlefonê daxuyanîyek weşandîye û wiha gotîye:

“Piştî axaftina di navbera herdu welatan de, Ararat Mîrzoyan peymanên ku  8 ê tebaxê  li Waşîngtonê hatine kirin, bi taybetî îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, serlêdana hevbeş ya ji bo hilweşandina pêvajoya Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê û avahîyên pêwendîdar, û her weha prînsîpên bingehîn yên ji nû ve hatine piştrastkirin di mijara vekirina danûstandinên herêmî de tekez kirîye”.

Wezîr Mîrzoyan ji bo pîrozbahî û piştgiriya wezîrê Rûsîyayêyî karên der di vê qonaxa girîng de spasiya xwe anîye ziman.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button