Înflasyona Ermenîstanê 3,9 selefî tomar dike

Li gorî daneyên komîtêya îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê, hezîrana sala 2025 a, li gorî hezîrana sala 2024 a, înflasîyon li Komara Ermenîstanê 3,9 selefê hatîye tomar kirin. Bihayên xwarin û vexwarinên bê alkol bi 6,2 selefî zêde bûne.
Bi taybetî, bihayê nan 3,9 selef, rûn 14 selef, makaron 5,3 selef, berhemên goşt 1,6 selef, fêkî 3,7 selef, û kartol jî 67,3 selef zêde bûne.
Di heman demê de, bihayên hin berheman kêm bûne: bihayên penêr û penêrê gundî 1,5 selef û hêkan jî 6,2 selef.
Ev mêylên înflasîyonê, nemaze di rewşa kelûpelên bingehîn de, rewşa komên civakî yên lawaz xirabtir dike.
Li gorî rapora “Wêneya civakî û xizanî li Ermenîstanê, sala 2024 a” ku ji hêla komîtêya îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê ve hatîye weşandin, sala 2023 a de, 42,9 selefê lêçûna navînî ya mehane ya serê kesî ya malbatekê ji bo xwarinê 32,8 selef jî ji bo xizmetgûzarîyê hatîye xerckirin.
Berhemên nexwarinî 19,4 selef, berhemên titûnê 4,5 selef û vexwarinên alkolî jî 0,4 selef in.
Li gorî analîzeke ji alîyê konfêdêrasîyona sêndîkayên karkeran yên Ermenîstanê ve, ev hejmar nîşan didin ku piranîya dahata nifûsê li ser kelûpelên bingehîn tê xerckirin, lê mîqdara pereyê ku ji bo perwerde, şahî, yan teserûfê tê veqetandin sînordar dimîne.
Dema ku hema nîvê dahata nifûsê li ser xwarinê tê xerckirin, heta înflasîyoneke pir biçûk jî bandoreke raste-rast li ser kalîteya jîyana wan dike.
Çile-hezîrana sala 2025 a, mûçeya navînî ya mehane li Komara Ermenîstanê gihîştîye 294,621 dramî, ku li gorî heman serdema sala borî 5,6 selefî zêde bûye, û hezîrana sala 2025 a de gihîştîye 297,624 dramî.
Li hin sêktoran, asta mûçeyan ji navînîya welêt pir kêmtir e, bi taybetî: di sêktora cîhê mayîn û xwarinê de, mûçeya navînî 148,014 dramî, di xizmetên din de -150,351 dram, di sêktora çand û hunerê de -159,520 dram, û di sêktora perwerdehîyê de – 166,118 dram bûye.
Maşê navînî yê mehane yê herî nizm li herêma Gêxarkûnîkê bi 146,355 dram û yê herî bilind jî li herêma Syûnîkê bi 306,283 dram hatîye tomar kirin. Li Yêrêvanê, ew 298,879 dram bûye.
Her çend çile-hezîrana sala 2025 a de li Ermenîstanê zêdebûneke di maşê navînî yê mehane yê nizm de hatibe tomar kirin jî, zêdebûna bihayê kelûpel û karûbaran hîn jî sedema parastina asta nizm ya dahatên rastîn yên karkeran e.
Rêjeya hejarîyê li Komara Ermenîstanê sala 2023 a de wek 23,7 selef hatîye texmînkirin, ku ji nîşana sala 2022 a 1,1 xal kêmtir e. Rêjeya hejarîyê ya zêde 1,1 selef bûye, ku 0,1 xala kêm bûye. Rêjeya hejarîyê di nav karmendan de 19,4 selef bûye.
Rêjeya hejarîyê li gorî wargehê diguhere. Li wargehên bajarî 21,5 selef bûye, û li wargehên gundan 27,0 selef bûye. Li Yêrêvanê 17,9 selef bûye.
Rêjeya herî bilind ya hejarîyê li herêma Şîrakê bi rêjeya 43,1 selef û ya herî nizm jî li herêma Syûnîkê bi rêjeya 7,0 selef hatîye tomar kirin.
Di çaryeka duyemîn ya sala 2025 a de, lêçûna sebeta herî kêm ya xerîdar ya ku li gorî rêbaza wezîreta tenduristîyê ya Komara Ermenîstanê hatiye hesabkirin gihîştîye 81,680.9 dram, ku ji mûçeya herî kêm bilindtir e. Lêçûna sebeta herî kêm ya xerîdar ya ku li gorî rêbaza banka cîhanî hatîye hesabkirin gihîştiye 64,713.9 dramî.
Nirxên sepetên herî kêm yên xerîdaran li Komara Ermenîstanê bi tu qanûnî nehatine pejirandin (ew bi fermî nehatine destnîşankirin).
Ji bo kêmkirina asta xizanîyê, zêdekirina asta jîyana karker û malbatên wan, û her weha mîsogerkirina karê baş li welêt, pêwîst e ku nirxa sepeta herî kêm ya xerîdaran bi fermî bê destnîşankirin, û her weha prosêdûrek îndêkskirina mûçeyan bê pejirandin, ku di xala 182 a ya qanûna kar ya Komara Ermenîstanê de, ku sala 2004 a de hatîye pejirandin, hatîye destnîşankirin.







