H’emû nûçeSereke

Yêrêvan, Tbîlîsî, Bekû: mesrefên jîyan û kirêkirina apartmanan li kî derê zêdetir in?

Yêrêvan di rêzbendîya lêçûna jîyanê ya bajaran de ji bo nîvê yekem yê sala 2025 a, ku ji hêla mezintirîn databasa cîhanê Numbeo ve hatîye berhev kirin, di rêza 257 emîn de ye.

Tibîlîs di rêzbendê de di rêza 316 a de, Bekû di rêza 340 a de, Stembol di rêza 258 a de û Moskva jî di rêza 230 a de ne.

Li gorî Numbeo ê, kirêya mehane ya navînî ji bo apartmanek yekodeyî li navenda Tibîlîsê 713 dolar e, lê apartmanek sêodeyî 1.376 dolar e.

Nirxa navînî ya kirêya heman apartmanan li Yêrêvanê bi rêzê ve 748 û 1.256 dolar e, û li Bekûyê jî 478 û 964 dolar e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button