H’emû nûçeSereke
Turkish Airlines ê destpêkirina geştên xwe bo Yêrêvanê ragîhandîye

Turkish Airlines tora xwe ya firînê berfireh dike.
Li gorî agahîyan, lijneya rêvebirên hevaltîyê biryar daye ku li gorî derfet û şert û mercên bazarê, firînên birêkûpêk ber bi Tîmîşoarayê (Rûmînya) û Yêrêvanê veke.
Rêyên nû hatine vekirin, bi taybetî di warê girêdana herêmî û geştîyarîyê de, wekî girîngîyeke stratêjîk têne hesibandin.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku armanca vê pêngava Turkish Airlines ê ew e ku tora veguhestina hewayî ya xwe bi hem Balkanan û hem jî bi Kafkasyayê re qewîn bike.







