
Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) ragîhandîye, hêzên wan li gundewarê Dêrazorê du êrîşên cuda yên şaneyên DAIŞ ê têk birine.
Li gorî daxuyanîya HSD ê, li bajarokê Dernicê yê rojhilatê Dêrazorê, hêzên meclîsa leşkerî ya Hecînê bersiva êrîşeke şaneyeke DAIŞ ê dane. Di encama pevçûyînan de, serçeteyê şaneyê piştî ku birîndar bûye, hatîye girtin. HSD ê daye zanîn, di heman pevçûyînê de şervanekî wan canê xwe ji dest daye û du şervanên din jî birîndar bûne.
Di bûyereke din de li bajarokê Ebrîhayê, şaneyeke din yê DAIŞ ê bi motorsîklêt û çekên Kalaşînkovê hewil daye êrîşî bendeke ewlehîyê bike. Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Şervanên me bersiv daye û êrîş têk birîye. Endamên têrorîst, piştî ku yek ji wan birîndar bûye, paşve vekişîne”.
HSD ê herwiha dîyar kirîye, piştî têkbirina êrîşa li Ebrîhayê, hêzên wan ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramîya herêmê dest bi opêrasîyoneke paqijkirinê kirine.







