Otêlên Ermenîstanê wê derfetê bibînin ku li gorî standartên navneteweyî sêrtîfîkata bistînin

Li gorî texmînan, di sêktora xizmetguzarîya otêlan ya Ermenîstanê de guhertin çêdibin. Bi taybetî, otêl wê derfeta wergirtina sêrtîfîkatan li gorî standartên navneteweyî, li ser bingeha standartên avropî hebin.
Di civîna çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin seroka beşa sîyaseta geştîyarîyê ya komîtêya geştîyarîyê ya wezîreta aborîyê ya Komara Ermenîstanê Anahît Mkrtçyanê destnîşan kirîye ku heta niha, kvalîfîkasîyona karsazîyên otêlan li Ermenîstanê ji hêla sazîyên herêmî ve hatîye kirin.
Anahît Mkrtçyanê gotîye: “Herwiha, ji ber ku pêvajoya kvalîfîkasîyonê bi dilxwazî ye, piranîya otêlan heta serlêdan jî nekirine. Îro tenê yek otêlek kvalîfîkasyonkirî heye. Bi gotineke din, otêlên ku em stêrkan ji bo wan dibînin, di rastîyê de, ji hêla avahîya kvalîfîkasyonê ve nehatine xelat kirin, ku ev pir xelet e û di warê de şert û mercên newekhev diefirîne”.
Hukumet di vî warî de guhertinan pêşnîyar dike. Bi taybetî, di demek nêzîk de pêşbirkek wê bê ragîhandin, ku di çarçoveya wê de komeleya navneteweyî bê hilbijartin ku wê di çarçoveya pêvajoya bidestxistina sêrtîfîkata de li gorî standartên navneteweyî bi otêlên li Ermenîstanê re bixebite.
“Qanûn destnîşan dide ku ev pirsgirêk wê ji hêla komeleyên ku endamên sazîyeke ku sêrtîfîkayên navneteweyî peyda dike bên çareser kirin. Bi awayê, divê ew sazî di zêdetirî 10 welatan de wekî sazîyek ku sêrtîfîkayan dide jî bê nas kirin,wek sazîya Hotelstars Union ê.
Heger pêşbirk di çarçoveya dema dîyarkirî de bê lidarxistin, serketîyek hebe û otêl dest bi xebatê bi wê komeleyê re bikin, tê payîn ku di nîvê yekem yê sala 2026 a de di çarçoveya vê pêvajoyê de em ê xwedîyê otêlên yekem yên bi sêrtîfîkayên navneteweyî bin. Li Ermenîstanê 1000 î zêdetir otêl dixebitin, li gorî Anahît Mkrtçyanê tê payîn ku di qonaxa destpêkê de heta 50 otêl sêrtîfîkayên navneteweyî bistînin.







