ÇandSereke

Fêstîvala fîlman ya Silêmanîyê bi duruşima “Çanda kurdî û zimanê dayîkê tê lidarxistin

Çalakîyên fêstîvala navneteweyî ya fîlmanye 5 emîn ya Silêmanîyê, wê bi duruşma “Çanda kurdî û zimanê dayîkê” di navbera 9 û 16 ê çiriya pêşin ya sala 2025 a de bên lidarxistin.

Çalakî wê li hola kongreyan ya zanîngeha Silêmanîyê û holên Sîtî Sînêmayê birêve biçin.

Tora medyayî ya Rûdawê wekî sponsorê medyayî yê fêstîvalê, wê çalakîyan bi berfirehî veguhêze û zanîngeha Silêmanîyê jî hevparê sereke yê fêstîvalê ye.

Li gorî gotina organîzatoran, fêstîval wê îsal ji salên borî mezintir û berfirehtir be. Ji nav 1,500 fîlmên ku ji 30 welatên cuda hatine şandin, 150 fîlm ji bo nîşandanê hatine hilbijartin.

Merasîma destpêka festîvalê wê 9 ê çiriya pêşin, seheta 17:00 a li zanîngeha Silêmanîyê bi beşdariya nêzîkî 250 mêvanên navxweyî û bîyanî dest pê bike ku beşek ji wan kesayetiyên navdar yên cîhana sînemayê ne.

Çar xelatên rûmetê

Di fêstîvala îsal de, wê çar xelatên rûmetê bên dayîn:

Xelata Ahmet Kaya: wê pêşkêşî nivîskar û ronakbirê tirk Îsmaîl Bêşîkçî bê kirin.

Xelata Tahayê Kerîmî: wê ji Mam Pola re bê dayîn ku bi piştgirîya xwe ya ji bo fîlmsaz û sînemaya kurdî tê naskirin.

Xelata Şehîd Perçem: wê ji aktora kurd Jîyan Îbrahîm Xeyat re bê dayîn.

Xelata serbilindîyê: wê pêşkêşî hunermendê navdar yê kurd Bîjên Kamkar bê kirin.

Her wiha di çarçoveya fêstîvalê de, 31 belgefîlmên Rûdawê yên bi naverok û mijarên cuda, wê rojane li derveyî pêşbirkê bên nîşandan.

Birêvebirê fêstîvalê Fûad Celal ji Rûdawê re gotîye: “Fêstîvala îsal balê dikişîne ser zimanê kurdî û dengê ciwanan.

Her wiha tekezîyê li ser pêwendîya xurt ya di navbera sînêma, nasnameya çandî û parastina mîrateya neteweyî de dike”.

Panêl û pêşbirk

Fêstîval ji heft beşên pêşbirkên navxweyî û navneteweyî pêk tê û bi giştî 19 xelat wê pêşkêşî sînemagerên serkeftî bên kirin.

Derûyê zêrîn xelata sereke ya fêstîvalê ye.

Di fêstîvalê de wê pênc panêl bên lidarxistin. Yek ji panêlan dê taybet be bi Îsmaîl Bêşîkçî û panêleke din wê behsa “Wêneyê jinê di sînemayê de” bike.

Her wiha panêlên li ser bidestxistina piştevaniya darayî ji bo fîlman, rola hunerê wekî balyozê çandê û rola sazîyên navneteweyî di piştgirîya çandê de wê bên lidarxistin.

Lijneyên dadwerîyê

Fîlmên dirêj yên navneteweyî: serokatîya lijneyê Şewket Emîn Korikî dike.

Fîlmên dirêj yên navxweyî: bi serokatîya  Dilşad Mistefa ye û derhêner Cemîl Rostemî jî endam e.

Belgefîlm: serokatîya lijneyê Zehawî Sincawî dike.

Kurtefîlmên navneteweyî: serokatîya lijneyê Dana Kerîm dike.

Kurtefîlmên navxweyî yên ciwanan: serokatîya lijneyê Sirûşt Ebêrêş dike.

Birêvebirê beşa hunerî ya navxweyî Hêlgûrd Salih jî dîyar kirîye ku beşa navxweyî fîlmên ji her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digire û beşa navneteweyî jî ji alîyê fîlmsazê navdar yê kurd Sahîm Omer Xelîfe ve tê birêvebirin.

Hinek fîlmên ku wê bên nîşandan

Di beşa pêşbirka navneteweyî de fîlmê bi navê “The Tower of Strength” ê derhêner Nîkola Vûkçêvîç wê bê nîşandan.

Ev fîlm berhemeke hevpar ya Albanyayê û Montênêgroyê ye û berbijêrê welatê xwe yê ji bo xelata Oskarê ya îsal e.

Nîşandana fîlman wê 5 rojan li çar holên cuda yên sîtî sînemayê ji seheta 15:00 a piştî nîvro hetanî şev dereng berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button