Sîstêmeke nû ya ketin û derketinê li Yekîtîya Avropayê dest bi kar dike

Yekîtîya Avropayê sîstêmeke ketin/derketinê ya nû dide destpêkirin, ku wê 12 ê cotmeha sala 2025 a de dest bi xebatê bike.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der hatîye ragîhandin.
Tê tekez kirin ku armanca sîstêma nû qewînkirina kontrola sînorên derveyî yên herêma Şêngên, zêdekirina ewlehîyê û hêsankirina pêvajoyan ji bo welatîyên welatên ne-Yekîtîya Avropayêye.
Tiştên ku welatîyên Komara Ermenistanê hewce ne ku bizanibin
Ev ji bo kê derbaz dibe? – sîstema nû ji bo hemî welatîyên ku ne welatîyên dewletek endamê Yekîtîya Avrorpayê yan herêma Şêngên in, tevî welatîyên Komara Ermenîstanê jî derbaz dibe.
Çi diguhere -li derîyên sînor, welatên Yekîtîya Avropayê û herêma Şêngên wê her ketin û derketinê tomar bikin, û li şûna pratîka heyî ya mohrkirina pasaportan, dê bê bikar anîn.
Agahîyên ku bên tomar kirin:
Agahîyên kesane (nav, paşnav, hemwelatîbûn)
Agahîyên belgeya rêwîtîyê
Dîrok û cîhê ketin û derketinê
Agahîyên bîyomêtrîk: şopa tilîyê û wêneya rû.
Kontrolkirina derbazdarîyê -sîstêm wê bixweber kontrol bike ka gelo ketina kesê destûrdayî ye û gelo qaîdeya mayîna kurt li herêma Şêngênê ya “90 roj di her heyamek 180 rojî de” nehatîye derbazkirin.
Ewê li kîderê bixebite – sîstem wê li hemî xalên derbazbûna sînorê derve bixebite: balafirgeh, bendergeh û xalên derbazbûna sînorê bejahî.
Çawa amade bikin – divê rêwî ji bo dayîna daneyên bîyomêtrîk (şopa tilîyan, wêne) û demek dirêjtir ya kontrolkirina sînor amade bin, nemaze dema ku cara yekem dikevin hundir.







