Ermenîstan ji hêla erdnîgarî ve pireke sûdmend e di navbera Asyayê û Avropayê de:Alkîs Drakînos

Ermenîstan ji hêla erdnîgarî ve pireke bi avantaj di navbera Asyayê û Avropayê de ye. Banka Avropayê ji bo nûavakirin û geşepêdanê dixwaze van avantajan bikar bîne û di vî warî de veberhênanê bidomîne.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda, serokê Herêma Kafkîyasê yê di vekirina “Forûma bazirganî û veberhênanê ya navneteweyî” de ku ji hêla konseya veberhênanê ya Ermenîstanê ve hatîye organîzekirin Alkîs Drakînos gotîye.
Li gorî wî, ji bilî pêkanîna bernameyên cûre-cûre banka Avropayê ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê bala xwe dide binesazîya Ermenîstanê jî.
Serokê Herêma Kafkîyasê ya banka Avropayê ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê Alkîs Drakînos, destnîşan kirîye ku “Em dixwazin hêzên xwe bikin yek da ku piştgirîyê bidin avantajên erdnîgarî yên Ermenîstanê. Ermenîstan li Kafkasîyayê ye, û Kafkasya pireke di navbera Asyayê û Avropayê de ye. Em dixwazin di vî warî de bixebitin. Me di vê qadê de hin veberhênan kirine, ku wê berdewam bibin”.
Di axaftina xwe de, ewî tekez kirîye ku banka Avropayê ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê demeke dirêj e li Ermenîstanê dixebite û di gelek bername û destpêşxerîyan de cîh digire.
Alkîs Drakînos destnîşan kirîye ku “Heta îro, me zêdetirî 2,5 mîlyard yûro veberhênan kirîye. Hejmara projeyên ku me pêk anîne wê di demek nêzîk de bigihîje 250 î. Niha ew 235 in, û bernameyeke me ji bo dawîya salê heye”.
Ermenîstan rêyeke dirêj derbaz bûye û niha aborîyeke guncaw heye, ku ji bo nifûsa welêt û herêmê, wekî navendeke ragîhandinê û her wiha wek çavkanîyeke ênêrjîya nûjenkirî.
Li gorî Drakînos, banka Avropayê ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê guh dide daxwazên hevaltîyan li her welatekî ku rêxistin lê dixebite: “Li Ermenîstanê, em di piştgirîya sêktora taybet de pir baş in. Em balê dikişînin ser piştgirîya sektora taybet. Ez bi tiştên ku me di piştgirîya karsazîyên biçûk û navîn li Ermenîstanê bi dest xistine pir serbilind im”,- ewî gotîye.







