H’emû nûçeSereke

Hukumet pêşbînî dike ku mezinbûna aborî îsal  5.2 selef û ji bo sala bê jî 5.4  selefbe

Hukumetê pêşbînîyên xwe yên mezinbûna aborî ji bo him salên 2025 a û 2026 a sererast kirîye û bilind kirîye û mezinbûna aborî bi rêzê ve bi 5.2 selef û 5.4 selef pêşbînî kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan  dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna “Li ser byûcêya dewletê ya Komara Ermenîstanê ya sala 2026 a” de di civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên parlamêntêda  gotîye.

Hovhannîsyan gotîye: “Pêşbînîyên mezinbûna aborî li gorî pêşketinên îsal û hêvîyên pêşerojê ber bi jor ve hatine sererastkirin. Pêşbînîyên îsal  5,1 selef bo ji  5,2  selefî hatine sererastkirin. Û ji bo sala 2026 a, ew  5,1 selef bo  5,4 selefî hatine sererastkirin”.

Li gorî wî, mezinbûna aborî wê di serî de ji hêla mezinbûna xizmetguzarî û pîşesazîyê ve, û ji pêrspêktîva daxwazê ​​​​ve, ji hêla mezinbûna daxwaza navxweyî û hinardekirina eşîyayên bi esilê xwe ermenî ve bê deranîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button