H’emû nûçeSereke

Daxuyanîya Rûbên Vardanyan xwedî girîngîyeke  hiqûqî ye:Sîranûş Sahakyan

Parêzera berjewendîyên girtiyên ermenî Sînaûş Sahakyanê,hevpeyvîna bi News.amê re gotîye: “Daxuyanîya Rûbên Vardanyan xwedî girîngîyeke mezin ya hiqûqî ye. Ji vê daxuyanîyê dîyar dibe ku Vardanyan ne ji ber pêrformansa wî ya xirab yan jî bêkêrhatîbûna wî parêzerê xwe red dike, lê di bingeh de dibêje ku hebûna parêzerekî bêwate ye heger ew nikaribe raste-rast bi wî re têkilî dayne, bêyî sînorkirin û verastkirina pêşwext belgeyan biguhezîne”. Li ser pêşketinên dawî redkirina Rûben Vardanyan ji parêzerê ku ji hêla malbata wî ve hatîye girtin û tayînkirina parêzerekî giştî, gotîye.

Parêzer wek bêwateyîke prosêdûrî ​​dibîne ku Rûbên Vardanyan îdîaname jî li cem xwe nîne û nekarîye xwe bi 422 cildên matêryalên dozê, tevî tomarên deng û vîdyoyê, nas bike.

“Argûmanên ku wî behs kirîye ji xwe têr in ku meriv vê “darizandina” ku li dijî him Rûbên Vardanyan û him jî ermenîyên din tê kirin wek neheq bihesibîne. Bêparkirina wan ji derfetên bingehîn yên organîzasîyakirina parastinekê tevahîya darizandinê neheq dike, ji ber ku bêyî parastinê, bikaranîna mafên din ne giştî ye.Heger hûn agahdar nebin, hûn bi matêryalan nezan bin, hûn nikarin heta pêşnîyaran jî raber bikin, ku ev ji bo mîsogerkirina wekhevîya alîyan û prînsîpa pêşbazîyê pir girîng e. Dadgeheke bi navê ku deh mehan bi sînorkirinên weha tê kirin nikare edil be, û em vê mijarê raberî rêxistinên navneteweyî dikin”,- Sahakyanê destnîşan kirîye.

Û li gorî wê, destnîşankirina parêzerekî giştî yê nû bi awayekî fermî ye.Sîranûş Sahakyanê bal kişandîye ser vê rastîyê ku heta ji bo fermîbûnê jî, dem nehatîye dayîn parêzerê nû ku bi kêmanî bi kurtî xwe bi matêryalên dozê re nas bike, ji ber ku rûniştina din bi heman frêkansê heftane wek berê hatibû plankirin. “Wekî din, wek ku pisporan berê jî destnîşan kirine, ev parêzer bi armênofobîya eşkere tê naskirin, ku ev jî xemgîn dike. Bê guman, ew ê ataşe û nûnerê dozgerîyê be, û eşkere ye ku behsa tu parastinê nayê kirin”,- Sahakyanê dawî li axaftina xwe anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button