Pêşxistina hevkarîya parastinê ya bi Amêrîkayê re dînamîkeke erênî heye:Papîkyan

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li ser dînamîkên hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî di sêktora parastinê de rawestîyaye.
Li gorî “Armenpress” ê, Papîkyan li parlamêntê hevpeyvîna bi rojnamevanara li ser vê mijarê rawestîyaye û pirsa gelo bi Dewletên Yekbûyî re di derbarê îmzekirina peymanên têkildarî çek, cebilxane peyman heye an na.
Wezîr gotîye ku ew nikare li ser tö rêkeftinan biaxive, lê zêde kirîye: “Di warê pêşxistina hevkarîya me de dînamîkeke pir erênî heye”.
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan 12 ê cotmehê bi serdada xebatê çûbû Dewletên Yekbûyî. Di dema serdanê de, Papîkyan beşdarî pêşangeha navneteweyî ya “AUSA” li paytexta Amêrîkayê Waþîngtonê bibû. Di çarçoveya serdanê de, Sûrên Papîkyan bi rêvebirê ajansa hevkarîya ewlehîya parastinê ya Amêrîkayê Maykl Mîlêr, rêveberîya hevaltîya amêrîkî “Mîllîkên”, ku pisporê sêwirandin û pêşxistina cilên leşkerî ye, û her weha Êlbrîc Kolbîre jî civîyaye.







