Mesrûr Barzanî: divê ciwan zêdetir girîngîyê bidin çand û dîroka xwe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêşangeha Regê ya şêwekarî vekirîye, ku ji hêla fonda Kurdistanê ve hatîye rêkxistin. Tekez jî kirîye ku, divê ciwan ji welatê xwe hez bikin û zêdetir girîngîyê pê bidin.
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 6 ê mijdara sala 2025 a di daxuyanîyekê de ji Kurdistan24 ê re ragîhandîye: “Ez hez dikim ciwan zêdetir girîngîyê bidin çand û dîroka welatê xwe”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa gotîye: “Ew ciwanên ku zêdetir girîngîyê didin welatê xwe, bê guman paşeroj ya wan e”.
Mesrûr Barzanî amaje jî daye: “Ciwan dikarin bibin hêz û şîyana avakirina welatekî pêşkeftî, ez hêvî dikim ku ew berdewam bin û em jî piştgirîyê didin wan”.
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kirîye: “Ez bi xwe jî nîgarkêş im û ez ji nîgarkêşanê hez dikim”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dema hevdîtina xwe ya li gel hejmareke ciwanên Herêma Kurdistanê de gotîye: “Em alîkarîya wan ciwanan dikin yên ku dixwazin karên xwe hebin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) Pêşangeha Regê ya Şêwekarî vekir.
Pêşangeha Regê ya Şêwekarî ji hêla Kurdistan Foundationê ve hatiye rêkxistin. Ev pêşangeh bi rêya hunera resen û hevçerx aşnabûna bi nasnameya Kurdî ye.
Mijarên sereke ya pêşangehê rihên çand û dîroka Kurdistanê ne, ku berhemên hunerî îlham ji çand, xweragirî û bîranînan wergirtiye.
Li gorî zanyaran, 21 hunermendên ciwan, ku nûnerîtiya deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin, tevlî vê pêşangehê bûne da ku nêrînên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.
Her di wê pêşangehê de, bernameyeka perwerdehiya hunerî bi çavdêriya hunermendê navdar ê Kurd Jîlemo tê lidarxistin, ku rêberîkirin, hevahengî û nirxandina çandî vedigire.







