Nîkol Paşînyan li ser ferzbûna lidarxistina merasîma leşkerî axivîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li ser guncawbûna organîzekirina merasîmeke leşkerî axivîye. Li gorî “Armenpress” ê, di dema civîna pirs û bersivan ya li hukumetê, Paşînyan destnîşan kirîye ku li ser mijara lidarxistina merasîmeke leşkerî nerînên cuda hene.
Serokwezîr gotîye:”Nêrîn hene ku divê bê kirin, nêrîn hene ku divê neyê kirin, ji ber sedemên cûre-cûre. Belê, piştî merasîma leşkerî ya li Adirbêcanê, mijar li Ermenîstanê çalaktir bûye. Em li ser aşîtî û rojeva aşîtîyê disekinin, lê em di heman demê de fêm dikin ku divê ewlehîya agahdarîyê ya raya giştî hebe da ku agahîyên xelet neyên belavkirin”.
Li gorî Paşînyan, heger biryarek ji bo organîzekirina merasîmeke leşkerî bê dayîn, ew dikare pir bi bandor be.
Serokwezîr behsa destpêşxerîya nîşandana destkeftîyên alavên leşkerî ji welatîyan re kirîye û destnîşan kirîye ku berteka welatîyan pir mezin bûye û gelek koman ji bo beşdarbûnê serlêdan kirine.







