SerekeSîyasî

Gera yekê ya fêstîvala fîlmên kurdî ya Bêrmînghamê tê lidarxistin

Gera yekê ya fêstîvala fîlmên kurdî ya Bêrmînghamê tê lidarxistin. Wê fêstîvalê heta niha nêzîkî 350 fîlmên kurdî ji hemî parên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dîtine û biryar e ku, di sibata sala 2026 a de dest bi karên xwe bike û wê hest xelatan li ser serkeftîyan parve bike.

Endamê komîtêya hilbijartina fîlman Ednan Osman ji Kurdistan24ê re ragîhandîye: “Li gel fêstîvala fîlmên kurdî ya Bêrmînghamê, li gel çend hunermendên hêja, em di komîtêya hilbijartina fîlman de ne. Karên me ber bi temambûnê ve diçin û heta niha me nêzîkî 350 fîlmên kurdî li hemî parên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dîtine”.

Ednan Osman amaje jî daye: “Tevlîbûna di van fêstîvalan de ji bo min ezmûneka girîng û gelek xweş e ji ber ku em ne tenê fîlmên ku tên nîşandan dibînin, belkî em hemî berhemên ku hatine şandin dibînin”.

Em fîltera dawîyê ne berî ku gulbijêra fîlman bigihîje ber çavên temaşevanan. Dîtina fîlmên nehatine nîşandan hestekê xweşik û kêmpeyda ye ku qet bi hêsanî nayê bidestxistin.

Endamê komîtêya hilbijartina fîlman eşkere jî kirîye: “Di fêstîvala Kobanîyê de, ku ez serokê komîtêya hemî kurtefîlman bûm, dîtina bi sedan fîlmên bîyanî, erebî, tirkî û kurdî demeka xweş û derseke mezin bûye”.

Ednan Osman ron jî kirîye: “Bingeha xebata me ew e ku em bi awayekê bi temamî akadêmîk bixebitin û tu fîlm mafên xwe di komîtêyên me de winda nakin, lê rastîyek heye ku carina asta pêşbazîyê ewqas xurt e ku tenê fîlmên pir baş dikarin bigihîjin qonaxa dawîyê. Carina jî, heger fîlmên ast bilind di parekê de hebin, derfetê ji fîlmên navînî re jî tê dayîn”.

Navbirî di derheqa pêşveçûna wê fêstîvalê de jî gotîye: “Tiştê ku min di fêstîvala Bêrmînghamê de pir kêfxweş dike ew canê fedakarî û dilsozî ye ya ku komeka sînemakarên xwedî ezmûn heye. Dema ku em bi şev û roj mîna derwêşan dixebitin tenê ji bo ku fêstîvala me çêtir xuya bike  û di dû re em pêzanînên rojnamevan û temaşevanan werdigirin, em rehetîyeka bêhempa hîs dikin”.

Endamê komîtêya hilbijartina fîlman herwesa gotîye: “Baş e ku, birêvebir û serokên fêstîvalên kurdî xwedî asteke bilind ya têgihîştinê ne û qet zext li me nekirine ku em fîlmekî pêş bixin yan jî neheqîyê li fîlmekê din bikin. Bi taybetî li fêstîvala Bêrmînghamê, em bi sîstêmeke pir pêşketî dixebitin ku ji alîyê hunermend Daro Ezîz û Setar Çemênîgûl ve tê çavdêrîkirin û piştî nirxandinê yekser encama dawîyê dide me”.

Ednan Osman di dawîya axaftina xwe de jî gotîye: “Ez kêfxweş im ku fîlm û fêstîvalên kurdî pêşveçûneke girîng dibînin û roj bi roj zêdetir geş dibin”.

Gera yekê ya fêstîvala fîlmên kurdî ya Bêrmînghamê hemî xebatên xwe temam kirine û 350 fîlm dîtine û li ser hilbijartina fîlman nîqaşên cidî kirine û paşê biryar wê li ser fîlman bê dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button