H’emû nûçeSereke

Guftûgoyên weha tune ne: Rûbînyan li ser beşdarbûna gengaz ya Rûsyayê di projeya TRIPP  de

Li ser beşdarbûna muhtemel ya alîyê rûsî di projeya TRIPP de tu nîqaş tune ne.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokê  paralamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan, wextê hevpeyvîna bi rojnamevanan re, behsa daxuyanîya alîyê rûsî ya derbarê amadebûna wê ji bo beşdarbûna di projeyê de kirîye.

Dema ku ji Rûbînyan hatîye pirsîn ka gelo bi Amêrîkayê re li ser heyîna Rûsyayê nîqaş hene, ewî bersiveke neyînî daye. Cîgirê serokê parlamêntê tekez kirîye ku “Guftûgoyên usa tune ne”.

Rêvebirê wezîreta  Rûsîyayêye karên der Mîxayîl Kalûgîn, dîyar kirîye ku alîyê rûsî amade ye ku li ser paramêtrên TRIPP û beşdarîya gengaz ya Rûsyayê bi alîyê Ermenîstanê re şêwir bike. Ewî destnîşan kirîye ku rîya Kafkasya Başûre hesin şaxeke  rîya  Rûsîyayêye hesinên Rûsyayê ye, xwedîyê destûrnameya birêvebirina tora rîya hesin ya Ermenîstanê ye, û herêm xetên rîya hesin yên Rûsyayê bikar tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button