Serokwezîr piştrast dike ku Ermenîstan wê di bin tesîsa aşîtîyê ya avropî de alîkarîya nû werbigire

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan agahîyên ku Macaristanê vêtoya xwe ya li ser biryara veqetandina 20 mîlyon yûro ji bo Ermenîstanê di çarçoveya fonda aşîtîyê ya Avropayê derxisîye, îzbat kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan li civîna bi rojnamevana de piştî civîna hukumetê gotîye.
Serokwezîr tekez kirîye ku ev mîqdar wê beşdarî pêşvebirina rojeva aşîtîyê bibe û wê xizmeta pêkanîna wê bike.
“Belê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der ji min re ragîhandîye ku hevkarên Macaristanê xuya ye ku li ser biryarê li hev kirine û lihevkirinek heye. Biryara dê yûrê wê ji raya giştî re bê eşkerekirin. Ez niha nikarim ji hêla naverokê ve bêjim, lê di her rewşê de ew ê beşdarî bike û di mentîqa aşîtîyê de bê xerc kirin”,- serokwezîrê Ermenîstanê tekez kirîye.







