
Dewletên Yekbûyî, Brîtanya Mezin û Kanada bang ji welatîyên xwe dikin ku tavîlê Îranê biterikînin. Di heman demê de, serokê Dewletên Yekbûyî gef li Têhranê xwar ku heger kuştina xwepêşanderan berdewam bike, ew ê bi hêza leşkerî bidome. Li himber van daxuyanîyan, Îranê ji bo çend demjimêran qada xwe ya hewayî girt. Ev bûyer dikarin rewşa li Îranê hîn krîtîktir bikin. Pispor di analîzên xwe de pir hişyar in, ji ber ku cewhera daxuyanî û formûlasîyonên derbarê rewşê de bi lez diguhere.
FlightRadar24 ê bi zelalî nîşan daye ku çend demjimêran li ser Îranê hema bêje tu firîn tune bûn, û tenê du balafir di sibehê de hatine dîtin.
Di nav daxuyanîyên aloz yên amêrîkî-îranê de, agahî belav bûye ku Têhran bêyî ravekirin qada hewayî ya welêt girtîye.
Ajansa AP destnîşan dike ku ev ferman di nav zextên xwînî yên li ser xwepêşanderan di dema xwepêşandanên seranserî de û zêdebûna rageşîyê li ser îhtîmala êrîşên amêrîkî de hatîye dayîn.
Piştre hatîe zelalkirin ku trafîka hewayî li Îranê dîsa dest pê kirîye.
Raportên li ser hejmara xwepêşanderên ku hatine kuştin pir cuda ne. Hejmarên fermî hîn nehatine weşandin.
Komîsarê bilind yê kar û barên Dîyasporayê yê ermenî Zarêh Sînanyan dibêje ku di xwepêşandanan de du ermenî hatine kuştin. Ev bûyerên piştrastkirî ne.
Serokwezîrê Ermenîstanê li ser rewşa li Îranê jî axivîye. Nîkol Paşînyan bersiva fikarên balyozê Îranê yê li Ermenîstanê, Xelîl Şîrxolamî daye ku komeke îranîyan di rojên xwepêşandanên dijî hukumetê yên li Îranê de li ber balyozxaneya Îranê li Yêrêvanê xwepêşandan li dar xistine. Serokwezîrê Ermenîstanê zelal dike ku Yêrêvan pir baldar e li ser daxuyanîyên ji Têhranê tên û her tişt hatîye kirin û tê kirin da ku hemî fikarên welatekî dost û bira ji holê bên rakirin.
“Me di têkilîyên xwe yên bi hevkarên xwe yên îranî re gelek caran dîyar kirîye ku Ermenîstan wê li dijî ewlehîya dewleta Îranê tedbîran negire û em ji Îranê jî heman tiştî hêvî dikin”.
Medya, bi îşareta çavkanîyên xwe, dinivîse ku balafirên şer yên amêrîkî yên li baregehên leşkerî yên li herêmê firînên amadekarîyê kirine. Balafirên leşkerî yên Îsrayêlê jî ber bi Îranê ve çûne. Ev yek bûye sedem ku pispor bigihîjin wê encamê ku rageşîya li herêmê nêzîkî lûtkeya xwe dibe.
Berevajî vê, hin pispor bawer dikin ku serokê Amêrîkayê rê li ber paşvekişandinê vedike. Donald Tramp rawestandina kuştina xwepêşanderan li Îranê radigihîne. Ew dibêje ku rayedarên Îranê îdî plan nakin ku xwepêşanderan bidarve bikin. Berê, Tramp gelek caran hişyarî dabû ku heke rayedarên Îranê bi hovane xwepêşandanan bitepisînin û rê bidin qurbanîyên mirovî, Waşîngton wê mudaxele bike.
“Ji me re hate gotin ku kuştin li Îranê radiwestin, û ji bo darvekirinê tu plan tune. Ji ber vê yekê çavkanîyek pêbawer ev yek ji min re gotîye”.
Li gorî FOX News ê, wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî bi vî rengî bersiva Donald Tramp daye:
“Peyama min ev e: heman şaşîya ku te hezîranê de kir, dubare neke. Dizane, eger tu bicêribînî, tu dê têk biçî, tu wê heman encamê bi dest bixî. Niha Îranê îspat kirîye ku ew ji bo danûstandinan, ji bo dîplomasîyê amade ye. Di navbera şer û dîplomasîyê de, dîplomasî rêyek çêtir ji şer e. Lê ev biryara serokê Amêrîkayê ye”.
Abas Araxçî her wiha zelal kirîye ku Îran t u planên cezakirina xwepêşanderan bi mirinê tune.







