
Rêveberên PYD û ENKS ê civîyan û her du alîyan di wê civînê de li ser rewşa dawîyê ya guhertin û pêşkeftinên Sûryayê tekez kirin ku divê pirsa kurdan di çarçoveya peymana 10 ê adarê bi rêya dîyalogê bê çareserkirin.
Rêveberên Partîya Yekîtîya Dêmokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryayê (ENKS) li navenda PYD ê li dûrî çavkanîyên ragîhandinê civîyan.
Di wê civînê de, her du alîyan behsa guhertin û pêşkeftinên dawîyê û êrîşên li ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê û rewşa Sûryayê bi rengekê giştî kirine.
Kesên ku di wê civînê de amade bûbûn amaje da ku, PYD û ENKS ê behsa wê yekê kirîye ku divê şênîyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li gorî peymana 1 ê nîsanê li taxên xwe bimînin û li wê derê xwe bi rê ve bibin.
Kesên ku tevî wê civînê bûne herwesa tekez li ser girîngîya bicihanîna peymana 10 ê adarê kirîye û hevnerîn bûn ku, divê pirsa kurdan di çarçoveya wê peymanê de bi rêya dîyalogê bê çareserkirin.
Her du alîyan di dawîya wê civînê de jî biryar da ku, li ser dîyalog û danûstendinên di navbera xwe de berdewam bin.
Desteya PYD ê ji hevserokê giştî Xerîb Hiso, endamê desteya hevserokatîyê Aldar Xelîl û endamê nivîsîngeha têkilîyan Kemal Akîf û desteya ENKS ê jî ji serokê ENKS ê Mihemed Îsmaîl, berdevkê ENKS ê Fêsel Yûsif, birêveber Fesla Yûsif û Nîmed Daûd pêk hatibû.







