Mijara beşdarbûna Rûsyayê û Tirkyayê TRIPP ê de nayê nîqaşkirin: cîgirê serokê parlamêntê

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan ragîhandîye ku mijara beşdarbûna Rûsyayê û Tirkyayê projeya TRIPP ê de nayê nîqaşkirin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekda Rûbînyan civîna bi rojnamevanan re li parlamêntê ragîhandîye.
Rûbînyan behsa beşdarbûna alîyên sêyemîn, bi taybetî Rûsyayê û Tirkyayê, di projeya TRIPP ê de kirîye û destnîşan kirîye ku nîqaşeke wisa tune ye.
Rûbînyan gotîye: “We dît ku belgeya li ser prînsîpên ku hevaltîya TRIPP wê li gorî wan bê damezrandin vê dawîyê hatîyee weşandin.Ez bînim bîra we ku ew hevaltîya ermenî-amêrîkî ye û di vî warî de, beşdarbûna welatekî din nehatîye plankirin. Lê heger em behsa sûdwergirtina berfirehtir ji bernameya TRIPP ê bikin, li vir, bê guman, Adirbêcan, Tirkya, Gurcistan, Îran, Rûsya, welatên Asyaya Navîn, welatên Avropî wê sûd werbigirin”.
Li gorî wî, di encama destpêkirin û rakirina TRIPP ê de, Ermenîstan wê bi Îranê, bi Rûsyayê, bi Tirkîyayê ve girêdana trênê werbigire.
Li gorî wîgirê serokê parlamêntê, her kesê ku dikare bixwîne dikare belgeya weşandî bixwîne û ev tê vê wateyê ku wê korîdor tune be.
“Bîr bînim ka di pênc salên borî de fikar li ser çi bûn. Ew li dora sê mijarên sereke bûn: gelo welatekî sêyemîn ewlehîyê peyda dike yan na, gelo prosêdûrên pasaportê û gumrikê yên guncaw hene û gelo cerdevanên sînor yên Ermenîstanê hene yan na. Ev belge bi zelalî bi reş û sipî dibêje ku ewlehî ji hêla sazîyên têkildar yên Ermenîstanê ve tê parastin, bi reş û sipî hatîye nivîsandin ku prosêdûrên pasaport û gumrikê yên guncaw wê bên meşandin, bi reş û sipî hatîye nivîsandin ku cerdevanên sînor yên Ermenîstanê û nûnerên daîreyên din yên têkildar wê bi fîzîkî li xalên pasaport û gumrikê yên têkildar amade bin û hezar caran hatîye nivîsandin ku her tişt wê di çarçoveya yekparçeya ax, serwêrî û dadwerîya Ermenîstanê de pêk bê. Bi taybetî ji bo gumanbaran, hatîye nivîsandin ku fûnksîyonên serwêrî wê neyên derveyî welat. Ji ber vê yekê, li vir ne mimkûn e ku korîdorek bê dîtin”,-Rûbînyan tekez kirîye.







