H’emû nûçeSereke

Aram Torosyan hejmara weşanên têkildarîya wezîreta parastinê red kirîye

Wezîreta parastinê gotegotên ku di çapemenîyê de belav bûne, derbarê talîmatên qaşo yên serhildêr ji bo komîteyên teyîdkirina artêşê, zextên li ser albayan û ku wezîrê parastinê Surên Papîkyan û endamên malbata wî di tayînkirina personalên di warên cûre-cûr de beşdar in, red kirine.

Li gorî “Armenpress” ê, ev weşanên ku li jor hatine behs kirin, ji alîyê sêkrêtarê çapemenîyê yê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Aram Torosyan ve bi rêya postek li ser rûpela xwe ya Facebook ê hatine redkirin.

“3 matêryalên nerast li rojnameya “Hraparak” ê de hatine weşandin.

Derewa yekem ew e ku “berî hilbijartinan, talîmateke navxweyî ji komîsyonên tesdîqkirinê yên artêşê re hatîye şandin da ku azmûnên  leşkerî bi qasî ku pêkan bilindtir bên nirxandin û mûçeyên piranîya pêrsonalên leşkerî bên zêdekirin”.

Derewa duyem ew e ku “hin pêrsonalên leşkerî yên pilebilind, bi îstismara desthilata xwe ya fermî, bi gef û rêbazên din zextê li ser albayan dikin”.

Û ya sêyemîn: agahîyên dezgeha medyayê yên ku dibêjin wezîrê parastinê û endamên malbata wî di hemû waran de sîyaseta personal dimeşînin, derew in”,-Torosyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button