H’emû nûçeSereke

Li Barîyê wê konfêransa bi navê “Ermenîstan: padîşahîya kevirên qîrîn”  bê lidarxistin

Konfêrana bi navê “Ermenîstan:padîşahîya kevirên qîrîn” ji alîyê wênesaz û derhênerê fîlman yê navdar Yago Korasaya ve li Barîyê wê bê lidarxistin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda konsulxaneya Komara Ermenîstanêye li Barîyê  ragîhandîye.

Ev çalakî ji alîyê konsûlxaneya  Komara Ermenîstanêye li Barîyê ve hatîye organîzasîyakirin û sponsorîkirin. Konsûlê rûmet Darîo Rûpên Tîmûryan jî wê beşdar bibe.

Konfêrans wê 27 ê çileya sala 2026 a, li hola “Ênrîko Dalfîno” ya şaredarîya Barîyê pêk bê. Têketin belaş e û ji bo gel vekirî ye.

Yago Korasa, ku  80 welatan zêdetir gerîyaye û ji bo National Geographic ê nivîsîye, rêwîtîyek ber bi dilê Ermenîstanê  raber dike, welatekî bêhempa bi cîhê xwe yê erdnîgarî û dîroka xwe ya aloz, lê bi saya serbilindî û berxwedana gelê xwe bi awayekî berbiçev berxwedêr e.

Piştî 14 serdanên welêt, Korasan pêşandaneke yekkesî ya mûltîmêdîa ya nûjen efirandîye.

Ermenîstan ne tenê wek dewleteke di navbera hêzên mezin de asê maye, lê di heman demê de wek semboleke gerdûnî ya rûmet, bîr û çandê jî tê  raber kirin: “kevirên wê yên girîn” bi hebûna xwe şedetîya bihêz ya dîroka cîhanê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button