Ermenîstan cara yekem wê beşdarî bienala hunerê ya Maltayê bibe

11 ê adarê heta 29 ê gulanê li Maltayê bin mijara “CLEAN/CLEAR/CUT” de bîenala 2 yemîn ya hunerê ya navneteweyî bê lidarxistin. Li gorî “Armenpress” ê, ji wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û sportê agahdar dikin ku projeya “Dengê tiştê ku qet ne hatîye dîtin” ya hunermend û heykelzan Raffî Yêtalyan wê li pavîlyona neteweyî ya Ermenîstanê bê raber kirin.
Îsal, bîênala hunerê ya Maltayêye 2 yemîn wê 47 projeyan raber bike, ku ji 3 200 erza zêdetir serlêdanên ji 122 welatên cîhanê hatine hilbijartin. Mezinaya bûyerê bi 29 pavîlyonên neteweyî û tematîk ve tê ronîkirin, ku bîênaleyê wek bûyereke çandî ya navneteweyî ya girîng li herêmê bi cîh dike.
Ermenîstan wê bi piştgirîya balyozxaneya Komara Ermenîstanêye li Îtalyayê beşdarî bîênala Maltayê bibe.







